Êrîşên DAIŞ’ê yên li dijî artêşa Niştimanî ya Lîbyayê zêde dibe

DAIŞ’ê êrîşa ku beriya 2 rojan li dijî hêzên Artêşa Niştimanî ya Lîbyayê ya li herêma Teraxin ya li başûrê welêt pêk hatibû, girt ser xwe.

Îro DAIŞ’ê li ser malperên ragihandinê yên girêdayî wê got ku êrîşa beriya 2 rojan li herêma Teraxin pêk hatibû, bi riya bombeyekê hatibû teqandin.

Di heman mijarê de, li gor Reutersê, fermandarê Herêmî yê Artêşa Niştimanî Ebdil-Selam Şenqele diyar kir ku bombe di hundir erebeyekê yê Artêşê de hatibû veşartin û di encama teqînê de ti ziyanên canî çê nebû.

Ev êrîşa 2. ku DAIŞ’ê li dijî artêşa Niştimanî pêk tîne.

Êrîş piştî ku Artêşa Niştimanî ya Lîbyayê ragihand ku wan serkêşekî DAIŞ’ê yê binavê Mihemed El- Rewêdanî giritine rû da.

Hatibû gotin ku çeteyê binavê Mihemed El- Rewêdanî ji Sûriyê hetiye û di nav refê çekdarên Hikûmeta Wîfaqê de şer dikir.

Back to top button