Encamên dawî yên hilbijartinên Meclisên Parêzgehên Iraqê hatin ragihandin

Komîsyona Bilind a Hilbijartinan yê Iraqê encamên dawî ên meclîsên parezgehan eşkere kir.
Li gor wê Kurdan li Kerkûkê 7 kursî bi dest xistin e.
Her wiha Komîsyonê ragihand ku Namzet û aliyên siyasî dikarin di nava 3 rojan de giliyê xwe tomar bikin.

Li Iraqê, 16’ê mehê dengdana taybet, 18’ê mehê jî dengdana giştî ya ji bo hilbijartina meclîsên parêzgehên pêk hatibû.

Komîsyona Bilind a Hilbijartinan encamên dawî ên meclîsên parezgehan eşkere kir.

Komîsyonê diyar kir ku, li kêleka 7 kursiyên kurdan, pêkhateya Ereb 5, Tirkmen 2 û Mesîhiyan jî bi kursiyek bidest xistine.

Lewra, meclisa nû ya parêzgeha Kerkûkê ji 11 mêr, 4 jin û kursiyekê ya pekhateya Xristiyanan pêk tê.

Li gor tifaqa siyasî, wê YNK’ê kursiya xiristiyanan di nav hevpeymana xwe de bigire.

Bi vî awayî YNK’ê bi 6 kursiyan û PDK jî bi 2 kursiyan, weke aliyên Kurd nîvê kursiyên encûmenê pêk tînin.

Komisyona Hilbijartinê ya Iraqê ji bo gilîkirinê 3 roj dem da aliyên siyasî

Her wiha Serokê Komisyona Hilbijartinê Emer Ehmed derbarê dema gilîkirinê daxuyaniyek da çapemeniyê.

Emer da zanîn ku encama dawî tu bandorê li ser hejmartina dengan ya hilbijartina encûmenên parêzgehan nekiriye û got;

“Namzet û aliyên siyasî dikarin di nava 3 rojan de ku (îro destpê dike) giliyê xwe li komisyonê tomar bikin.”

Kerkûk-Di hejmartina dengan de 20 hezar dengên din li dengê Kurdan zêde bûn

Back to top button