Li Tirkiye û bakurê Kurdistanê di sala 2020’an de 300 jin hatin kuştin

Platforma Em ê Kuştina Jinan Rawestînin, rapora xwe ya sala 2020’an ya li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê eşkere kir. Li gorî raporê 300 jin hatine kuştin û mirina 171 jinan jî bi guman e.

Platforma Em ê Kuştina Jinan Rawestînin (KCDP), rapora xwe ya sala 2010’an aşkera kir.

Li gorî rapora ku hat aşkerakirin di sala 2020’an de 300 jin ji hêla mêran ve hatin kuştin û mirina 171 jinan jî bi guman e.

Her wiha sedema kuştina 182 jinan jî nayê zanîn.

22 jin ji ber sedemên aboriyê, 96 jin ji ber daxwaza doza hevberdanê hatin kuştin.

Li gorî KCDP’ê parvekirî;

“Di sala 2020’an de herî zêde li Stenbolê jin hatin kuştin.

42 jin li Stenbolê, 25 jin li Îzmîrê, 15 jin jî li Enqereyê hatin kuştin.

Ji 300 jinan 97 jin ji hêla mêrê ku pê re zewicinê ve hatin kuştin.

Ji vana;

181 jin li malê, 48 jin li kolanê, 15 jin li cihê kar, 14 jin li eraziyê, 11 jin di nava erebê de, 5 jin li otelê, 4 jin li cihê tenha de, cihê kuştina 22 jinan jî nayê zanîn.

Her wiha di rapora salane de rapora meha kanûnê jî hat aşkerakirin.

Li gorî raporê di meha kanûnê de 32 jin ji hêla meran ve hatiye kuştin.

Mirina 9 jinan jî bi guman e.

Di van du rojên sala 2021’an de jî 2 jin hatin kuştin

Back to top button