Li bajarê Hesekê di navbera Hêzên Hikûmeta Şamê û Komên Dîfa Wetenî de rageşî derket, endamekî Dîfa Wetenî bombeyeke destan avêtin dewriyaya hêzên hikumeta Şamê. Di encamê de 2 kesan jiyana xwe ji dest da û zêdetirî 20 kes jî birîndar bûn.
Îro li sûka bajarê Hesekê di navbera Hêzên Hikûmeta Şamê û Koma Dîfa Wetenî de rageşî derket.
Li wir endamên Dîfa Wetenî, bombeyeke destan avêtin dewrieyaya hêzên hikumeta Şamê.
Di encamê de yek jê zarok 2 kesan jiyana xwe ji dest da û zêdetirî 20 kes jî birîndar bûn.
Ji kesên ku jiyana xwe ji dest dane tenê navê yekî hat naskirin ew jî Umer Hisên El-Mihemed e û temenê wî 39 salî ye.
16 birîndar rakirin nexweşxaneya El-Hikmê ya bajarê Hesekê, rewşa hin ji wan jî xetere û navê wan wiha ne,
Emîna Salim El-Salih, Ehmed Ebdulselam Îdo, Elî Îdo Xilêf, Emanî Mihemed Heyder, Meryem Ebdulezîz Ibrahîm,
Îzedîn Ebdulrezaq Mistefa, Mihemed Salih El-Sayir, Mehmûd Telal El-Salih, Salih Xelef El-Sayir, Ebdulqehar Sair Hentûş,
Mûsa Mihemed Akûb, Deham Efîn, Yasir Isma’îl El-Hemed, Safî Mihemed El-Etreş û Mirteda Elî Zemzem û Senaa Mehmûd El-Sehin.
Ji bilî van 16 kesan, li Nexweşxaneya Gel a bajêr jî 5 kesên birîndar hene û navê wan wiha ne,
Îman Ilyas, Sefwan El-Hesen, Fehed El-Ehmed, Fatima Mihemed Salih û Fatima Mihemed.
Her wiha hin birîndar rakirin nexweşxaneya Luiluia ya bajêr, lê hejmara wan nehat zelakirin.
Endamê Hêzên Asayîşê Mehmûd Elî ji televizyona me Ronahî Tv re axivî û diyar kir ku kesê bombe teqand endamê Dîfa Wetenî bû.
Niha li sûka bajar, navbera hêzên hikumeta Şamê û Koma Dîfa Wetenî ya girêdayî wê tevlihevî heye, dikanên sûkê jî bi giştî hatin girtin.