Li Mexmûrê çalakiya Nobetê di roja 210’an de berdewam dike

Li Wargeha Penaberan a Mexmûrê çalakiya gireva birçîbûnê ya ji bo şermezarkirina komploya navdewletî hatibû destpêkirin, bi dawî bû û çalakiya nobetê jî bi koma nû, bi biryardariyek xûrt berdewam dike.

Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) duh çalakiya greva birçîbûnê ya ji bo 3 rojan hatibû destpêkirin bi dawî bû.

Çalakiya nobetê li Saziya Ciwanan bi amadebûna xelkê wargehê, bi deqeyek rêzgirtin ji bo cangoriyên azadiya Kurdistanê destpêkir.

Li ser navê koma greva birçîbûnê Endama Kordînasyona Meclîsa Îştar Sûltan Yildiztan axivî.

Sultan Yildiztan diyar kir ku heta rojeke temenê wan hebe ew ê ji bo fîzîkî azadkirina Rêbertiya xwe di nava çalakiyan de bin.

Piştî daxuyaniyê, çalakiya greva birçîbûnê bi dawî bû û koma çalakiya nobetê jî dewrî koma nû hate kirin.

Çalakiya nobetê di roja xwe ya 210’an de bi koma 42’emîn berdewam dike.

Merasîma dewrgirtinê bi dirûşmeyên ‘Bijî Serok Apo’ û ‘Bê Serok Jiyan nabe’ bi dawî bû.

Çalakiya Nobetê ya li Mexmûrê 207 roj li pey xwe hişt

Back to top button