Li komxebata Fîncanci bandorî û lêkolînkirina kîmyabarana Tirkiyeyê hat nîqaşkirin

Li Otela Ramadan a Silêmaniyê komxebatek li ser bikaranîna çekên kîmyawî ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve bi sponsoriya Dezgeha Medyaya Sharpress pêk hat.

Di komxebatê de gelek rewşenbîr, akademîsyen, siyasetmedar, rojnamevan û pisporên gazên kîmyawî amade bûn.

Komxebat bi navê Seroka Konseya Navendî ya Yekitiya Bijîşkên Tirk Prof. Dr. Şebnem Korur Fîncanci hat binavkirin.

Komxebate bi pêşandana klîpa çekên kîmpayî destpê kir.

Piştre kurtefilmek li ser jiyana Serokê Konseya Navendî ya Yekitiya Bijîşkên Tirk Prof. Dr. Şebnem Korur Fîncanci hate pêşandan.

Her wiha di panêlê de Parêzer Hejar Kakeyî axivî û got:

“Bi salane Tirkiye li Başûr û Rojavayê Kurdistanê çekên kîmyawî bi kar tîne, lê heta niha ti aliyek navneteweyî îşaret bi vê mijarê nekirine.

Heta niha ne Parlamentoya Iraqê û ne jî ya Başûrê Kurdistanê yasayek ji bo qedexekirina bikaranîna çekên kîmyawî nehatiye derxistin.”

Back to top button