Bi diruşma “Bi şoreşa jin, jiyan, azadî em ê azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan pêk bînin” Yekitiya Jinên Ciwan yekemîn konferansa xwe li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyê li dar xist.
Konferans li kela Caber hat lidarxistin.
Di konferansê de endamên Yekitiya Jinên Ciwan ên ji herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, nûnerên ji nivîsgeh û komîteyên jinan ên Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Tebqayê amade bûn.
Şêwirmenda Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Tebqayê Îlam Şerkesî axivî û got:
“Divê jinên ciwan hevgirtî bin ku cewhera xwe ya rasteqîn binasin ku kilîtên bi sedan deriyên ku li hember wan hatibûn girtin vekin.
Piştre perspetîf hatin xwendin û beşdaran li ser astengiyên li pêş jinên li Rojhilata Navîn û rêbazên gihandina çareseriyan nîqaş kirin.
Konferans bi van xalên encamnameyan bi dawî bû;
Xurtkirina jinê di aliyê siyasî de bi rêya zêdekirina zanakirina wê ya siyasî.
Beşdarkirina jinan di xebata siyasî de û di cihê biryardayînê de.
Zêdekirina dewreyên fikrî, hevgirtina ji bo bilindkirina têkoşîna ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Ocalan û belavkirina fikir û felsefeya rêber Ocalan.