Li Ranya li dijî êrişên Tirkiyeyê îmze tên komkirin

Li navçeya Ranya ser bi îdareya Raperîn, ji bo piştgiriya Rojavayê Kurdistanê û rawestindina êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk îmze hatin komkirin.

Li bazara navçeya Ranya ya Silêmaniyê vê êvarê ji bo piştgiriya Rojavayê Kurdistanê û rawestindina êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk kampanya komkirina îmzeyan hate destpêkirin.

Kampanya komkirina îmzeyan bi awayek germ ji aliyê welatiyan ve hate pêşwazî kirin.

Bi riya kampanyayê wê ji civaka navneteweyî were xwestin ku êrişên dewleta Tirk ên li ser Kurdistanê werin rawestin.

Piştî ku îmze hatin komkirin wê pêşkêşî rêxistinên navteweteyî werin kirin.

Back to top button