37 Meh in li ber NY’ê ne: Heta şikandina tecrîdê em ê li qadan bin

Yek ji çalakiya din ya ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo pêk tê jî li Swîsreyê ye.
Di meha 37’an de, çalakiya rûniştinê ya di çarçoveya Pêngava “Dem dema azadiyê ye” li ber avahiya NY ya li Cenevre yê dewam dike.

Di çalakiya rûniştinê ya vê hefteyê de bang li rêveberiya PDK’ê ya ku hêzên wê êrîşî gerîlayên azadiya Kurdistanê kirin ku dawî li hevkariya xwe ya bi dagirkeran re bîne.

Li ser navê komîteya çalakiyê Îbrahîm Yuksel axivî û got:

“Tecrîda mutleq a li ser Rêberê Apo ku zêdeyî 24 meh in dewam dike,lê em heta pêngav bi ser bikeve li qadan bin.”

Meşa dirêj a ji Parîsê ber bi starsboûrgê ve di roj sêyemîn de ye

Her wiha Meşa Dirêj a ku ji bo azadiya Rêberê Apo li Parîsê destpê kir, li bajarê Lorîent ê Fransayê di roja sêyemîn de berdewam dike.

Li Lorîentê çalakvanan hevdîtin bi Sekreterê Giştî yê Partiya Komunîst û bijîşk Borîs Campos pêk anîn.

Sekreterê Giştî yê Partiya Komunîst û bijîşk Borîs piştgirî da gelê Kurd û têkoşîna azadiyê ya di bin zilma rejîma Erdogan de ye.

Piştre meşa li ber şaredariya Lorîentê dest pê kir û dê heta Hennbontê berdewam kir.

Back to top button