Karina Westerheim: Divê navê PKK`ê ji ”lîsteya terorê” bê derxistin

Di çarçoveya kampanya derxistina PKK’ê ji lîsta terorê de profesora psîkolojiyê yê Zanîngeha Bergen a Norwêcê Karian Westerheim hevpeyvînek taybet kir. Profesor Karian, diyar kir ku Tevgera Azadiyê a Kurdistanê PKK li Rojhilata Navîn nûnertiya demokrasiyê dike û got: “Divê navê PKK`ê ji ”lîsteya terorê” bê derxistin.”

Ji bo derxistina navê PKK`ê ji “lîsteya terorê” li Kurdistanê û cîhanê gelek kampanya hatine lidarxistin.

Di 13`ê Kanûna 2021`an de Însiyatîfa Edaleta Navneteweyî ya Kurdan, ji bo derxistina PKK`ê ji ”lîsteya terorê” ya DYA û YE`yê kampanyeke ragihand.

Ji çar hêlên cîhanê, xelatgirên Nobelê jî di nav de gelek rewşenbîr, siyasetmedar, hûnermend, çalakvan û kesayetên navdar tev li kampanyayê dibin.

Profesora psîkolojiyê yê Zanîngeha Bergen a Norwêcê Karian Westerheim yek ji kesên ku tev li kampanyayê bûne.

Karian, derbarê derxistina PKK’ê ji lîsta terorê ji ajansa nûçeyan ANHA’yê re axivî.

Karian, diyar dike ku gelê Kurd ji dema avabûna împaratoriya Osmanî heta avakirina Komara Tirkiyê bi komkujiyan re hatine derbaskirin û got:

“Ji wê rojê heta roja îro gelê Kurd bi zordestiya desthilatdaran re rû bi rû mane.

Lê rewşa gelê Kurd ji sala 2015’an û şûnve û di bin desthilatdariya Erdogan de xerabtir bû.”

Karian êrişên dewleta Tirk ku yên bi fermana Erdogan li dijî gelê Kurd tê dayîn bî bîr dixe û wiha dewam dike:

Karian Westerheim: Terorîstê rasteqîn dewleta Tirk e

“Dewleta Tirk bi rêya artêş û operasyonên ku li dar dixin, nîşan didin ku ew terorîstên rasteqîn in.

Tirkiye piştgiriya çeteyan dike û li dijî gelê Kurd Çekên Kîmyewî yên Qedexekirî bi kar tîne

Gelo divê kî bikeve lîsteya terorê, Tirkiye yan Partiya Karkerên Kurdistanê”

Karîan destnîşan kir ku ji sûcên dewleta Tirk haya hikumetên gelek welatan ji heye, lê ji ber berjiwendiyên wan yên navxweyî hene destwerdanê nakin.

Karian anî ziman ku gelê Kurd tevî van neheqî û êrişan jî ji bo pêşxistina demokrasî, wekhevî û aştiyê hewldanên mezin nîşan didin û têkoşîna wan ya ji bo mafê xwe rewa ye.

Karian Westerheim: PKK li Rojhilata Navîn nûnertiya demokrasiyê dike

Karian îşaret bi rola PKK’ê û pêşengiya wê ya di vê hewldanê de dike û dibêje:

“Di vê çarçoveyê de PKK bû faktoreke diyarker.

Her çend di dîrokê de gelek serhildan çêbûne jî, îdeolojiya PKK’ê û Abdullah Ocalan bûye bingehek ji bo mayîndebûnê ku civak dikarin xwe bispêrênê.

PKK li Rojhilata Navîn nûnertiya demokrasiyê dike.”

Karian, anî ziman ku ji aliyê qanûnê ve nabe PKK wek rêxistineke terorîst bê binavkirin û îşaret bi Qanûna terorê ya YE kir.

Karian, da zanîn ku ev qanûn li ser PKK’ê nayên pêkanîn.

Karian Westerheim, di dawî de bi lêv kir ku derxistina PKK’ê ji lîsteyê wê rê li ber danûstandinên aştiyê vekin û bang li herkesî kir ku tev li kampanyayê bibin.

Back to top button