DYA û Îngilistanê careke din êrişî Husiyên Yemenê kirin

Piştî êrişa 28’ê Çileyê ya li Urdinê ku di encamê de gelek leşkerên Amerîkî mirin û birîndar bûn, rageşiya li Rojhilata Navîn zêde dibe.
Amerîkayê roja şemiyê li komên Îranê yên li Iraq û Sûriyê xist û hat ragihandin di êrişan de nêzî 40 kes mirine.
DYA û Îngilistanê îro jî careke din êrişî Husiyên li Yemenê kirin û hate ragihandin li 36 hedefan hatiye xistin.

Piştî ku 28’ê Çileyê di êrişeke bi dronan ya li dijî baregeha hêzên Amerîkayê ya li sînorê Sûriye û Urdinê ku 3 leşkerên Amerîkî mirin û 40 jî birîndar bûn, rageşiya li herêmê zêdetir bû.

Amerîkayê roja şemiyê weke bersiva vê êrişê, li Iraq û Sûriyê li dijî komên girêdayî Îranê êriş pêk anîn.

Di êrişên ku seetên şevê de pêk hatin, komên girêdayî Supayên Pasdarên Îranê hatin hedef girtin.

Hat ragihandin li dijî deverên van koman, 85 êrişên ezmanî hatin kirin.

Li gorî daxuyaniyan di encama êrişan de, li Iraqê 16 û li Sûriyê jî 23 kes mirin.

Amerîkayê ragihand ku wê êriş berdewam bikin.

Îro jî Amerîka dijî deverên Husiyan yên li Yemenê êrişên ezmanî pêk anîn.

Hat ragihandin ku hedefên Husiyan bi balafirên şer û moşekan hatine bombebarankirin.

Wezareta Parastinê ya Amerîkayê bi daxuyaniyekê eşkere kir ku di êrişan de depoyên çekan yên ji bo êrişên li dijî keştiyên li derya sor dihatin bikaranîn, pergalên moşekan û li hedefên din hatine xistin.

DYA û Ingilstan: Li 36 hedefên Husiyan hate xistin

Hat ragihandin bi giştî li 36 cih û deverên Husiyan hatine xistin.

Wezîrê Parastinê yê Amerîkayê Loyd Austin diyar kir ku Awusturya, Bahreyn, Kanada, Danîmarka, Hollanda û Zelandaya Nû jî piştgirî dane.

Austin got,

“Armanca van êrişan, kêmkirin û pêşîgirtina êrişên Husiyan ên ku Îran piştgiriya wan dike, yên li dijî keştiyên Amerîka û Navnetewîne ku bi awayekî qanûnî li derya sor derbas dibin.

Wezîrê Parastinê yê Îngilistanê Grant Shapps jî derbarê mijarê daxuyanî da û diyar kir operasyona wan ya hevpar li gorî hiqûqa navnetewî pêk tê û got,

“Hêzên Ezmanî yên Qraliyetê li dijî hedefên leşkerî yên Husiyên li Yemenê êrişa 3’emîn pêk anîn.

Em tevî hevalbendên xwe yên Amerîkî, bi piştgiriya gelek hevalbendên navnetewî, li gorî parastina rewa û hiqûqa navnetewî tevgeriyan.”

Amerîkayê hefteya derbasbuyî jî, li dijî Husiyan zêdeyî deh êriş pêk anîn.

Êrişên Amerîka û Îngilistanê yên hevpar ên li dijî Husiyan ji 11’ê Çileyê ve dewam dikin.

Husî jî ku Îran piştgiriya wan dike, êrişên xwe yên li dijî keştiyên bazirganiyê û keştiyên şer yên li derya sor didomînin.

Hûsî: Me li Behra Sor keştiyeke bazirganiyê ya Îngîlîstanê kir armanc

Back to top button