Lêpirsînerên NY, banga wergirtina zarokên Daiş’î kir

Lêpirsînerên NY banga vegerandina zarokên DAIŞ’Î yên li kampên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bo welatên wan kir.

Komîteya Lêpirsîna Navdewletî ya Dosyaya Sûrî ku girêdayî NY ye, bi raporekê diyar kir ku zarokên DAIŞ’î yên li kampên Bakur û Rojhilatê Sûrî di rewşeke xeter de ne.

Serokê Komîteyê Paolo Bînîro hişyarî da û got:

Divê demildest zarokên DAIŞ’î yên li kampên Sûriyê de bi welatên wan bûn vegerandin, ji ber eger ti derngî di vê mijarê de pêk bê wê encamên neyînî bi xwe re bîne.

Li gorî raporên navdewletî, derdora 28 hezar zarokên DAIŞ’î yên ji welatên cûrbicûr li kampên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hene.

Heta niha bi hevahingiya bi Rêveberiya Xweser re, hin welatan zarokên xwe wergirtine.

WEZÎRÊ DERVE YÊ FRANSAYÊ:
DIVÊ RADÎKALÊN FRANSÎ YÊN LI SÛRIYÊ, LI HERÊMÊN KU SÛC LÊ KIRINE, WERIN DARIZANDIN

Wezîrê Karê Derve yê Fransayê ragihand ku divê radîkalên li cem Kurdên Sûrî di zûtirîn dem de li cihê sûc lê kirine, werin darizandin..

Wezîrê Karê Derve yê Fransa ev yek spart biryara Konseya Ewlekariyê da zanîn ku, Fransa 50 Milyon Euro ji bo alîkariyê veqetandibû..

Leave a Reply

Back to top button