Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê civîna xwe ya salane li dar xist.
Di civînê de gelek biryarên girîng hatin girtin.
Hevseroketiya meclisê, cîgirên hevseroketiyê, hevserokên desteyên Rêveberiya Xweser û meclisên rêveber ên kantonan di civînê de amade bûn.
Piştî civînê Hevseroka Meclisa Rêveber a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê Bêrîvan Xalid encamname û armancên sala nû xwendin.
Li gorî beşeke ji biryarên ku di civînê de hatine girtin wiha ne:
“Di qada navnetewî de ji bo çareseriya pirskirêka Sûriyê xebatên bên meşandin.
Parastina ewlehî û aramiya herêmê bê xortkirin.
Pêşxistina perwerdeyan
Pêywîstiyên civakê yên weke ard – derman – sotemenî û ava vexwerinê bêne amade kirin.
Her wiha pêdiviyên çandiniyê wek semad, tov û dermanan were peyda kirin.”
Civîna salane ya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser dest pê kir