Hêzên Asayişa Bakur û Rojhilatê Sûriyê li bajarê Reqa, Tebqa û Minbicê 9 belavkarên narkotîkê girtin û gelek hebên kaptagon jî desteserkirin.
Ji bo parastin û ewlehiya herêma bakur û rojhilatê Sûriyê hêzên Asayişê di amadebaşiyê de ye.
Kes û aliyên ku dixwazin aramiya herêmê xira bikin, ji aliyê hêzên asayişê ve tên şopandin.
Bi operasyonên rojane û girtina van kesan jî, ev yek tê xuyakirin.
Herî dawî li bajarê Reqayê 4 bazirganên narkotîkê ji aliyê hêzên Asayişê ve hatin girtin.
Hêzên Asayişa Bakur û Rojhilatê Sûriyê ragihand ku di 20’ê Sibatê de li bajarê Reqayê operasyonek pêk anîbû.
Navendê ragihand ku 4 belavkarên madeyên hişbir girtine û 164 hezar hebên captagon desteser kirin.
Li gorî daxuyaniya navendê,
Wan kesan ji bajarê Humsê madeyên narkotîk derbasî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dikirin.
Ne tenê li Reqayê, li Tebqayê jî hêzên Asyişê 2 kes bi sûcên madiyên Narkotîk girtin.
Navanda têkildarî girtinê ev agahî parvekir:
“Roja Sêşemê 6’ê Şibatê hêzên me 2 kes bi gelek madeyên narkortîk re girtin.”
Li Minbicê jî 3 kesên din bi heman sûcê hatin girtin.
Navendê diyar kir ku 17’ê Şibatê hêzên wan 3 kes giritin.
Her wiha bi wan kesan re gelek madeyên narkotîk hatin girtin.
Asyişê dazanîn ku ji bo mayîndekirina aramiya herêmê ew ê kar û xebatên xwe berfireh bikin.
Asayîşê bang li şêniyan kir ku di mijarên bi guman de hêzên wan agahdar bikin.