Lahor Şêx Cengî: Ez ê heta kongreyê li ser wezîfeya xwe bimînim

Hevserokê YNK’ê Lahor Şêx Cengî diyar kir ku ew ê heta kongreyek din li ser wezîfeya xwe bimîne.

Hevserokê Yekîtiya Nîştimaniya Kurdistanê (YNK) Lahor Şêx Cengî di civîna li gel malbatên şehîdan de axivî û got: “Min rewabûn di kongreyê de wergirtiye. Lewma ezê wezîfeya xwe heta kongreyek din berdewam bikin.”

Lahor Şêx Cengî têkildarî aloziya di navbera wî û pismamê wî Bafil Talabanî de jî eşkere kir ku planek PDK, Tirkiye û zilamên wan ên di nava YNK’ê de ne.

Hevserokê YNK’ê Lahor Şêx Cengî diyar kir ku wê li ser rewşa rû dide helwesta xwe eşkere bike û wê peyama wî tund be.

Ev demeke di nava YNK’ê de aloziya rêveberiyê heye û niha Bafil Talabanî xwe weke Serokê YNK’ê pênase dike.

Di kongreya par de Lahor Şêx Cengkî û Bafil Talabanî weke hevserokên YNK’ê hatibûn hilbijartin.

Back to top button