QSD: Gundê El Dehle û beşên bajarokê el Buseyîre ji çeteyan hat paqijkirin

Operasyona ‘Xurtkirina Ewlehiyê’ ku QSD’ê li dijî çeteyên DAIŞ’ê û bazirganên hişbirê daye destpêkirin bi hemû hêza xwe ev 6 roje didome.
QSD herî dawî bi daxuyaniyekê ragihand ku gundê Dehlê û beşek ji bajarokê Bisêrayê hatin paqijkirin û 3 çeteyên din hatin kuştin.

6 roj in operasyona “Xurtkirina Ewlehiyê” li dijî DAIŞ û bazirganên madeyên hişbir li Dêra Zorê bi xurtî didome.

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) bi daxuyaniyeke nivîskî agahiyên nû derbarê operasyona “Xurtkirina Ewlehiyê” de parve kirin.

Navendê got:

Hêzên operasyonê, duh bi şev û vê sibehê çeteyên ku ji aliyê rojavayê çemê Firatê yên di bin kontroa hêzên hikumeta Şamê de derbasî herêmên Cedîda El-Bekara û Cedîdat Igêdat bûbûn, kirin hedef.

Li gundên Şihêl û Zubiyan jî hêzên me bi çeteyan re ketin nava şer.

Hêzên operasyonê vê sibehê gundê Dehlê û hinek beş ji bajarokê El Bisêrayê ji çeteyên paqijkirin.

QSD: 3 Çeteyên “Newaf El Beşîr” hatin kuştin

3 çeteyên koma “Newaf El Beşîr” ên ku ketin herêmê, hatin kuştin.

Çete xwe di malan de vedişêrin da ku operasyona ewlehiyê asteng bike.

Her weha kiryarên tirsandina şêniyan, talankirin û wêrnakirina saziyên xizmetguzariyê pêk tînin.

Hêzên operayonê diyar kirin ku dê paqijkirina herêmê ji komên çete û şaneyên DAIŞ’ê yên terorîst berdewam bikin, heta tevahî armancên operasyonê bi cih bînin.

Her weha teqez dikin ku dê nahêlin komên çete herêmê bikin qada sûcên xwe û ziyanan bighînin sivîlan.

QSD: Rewşa Minbicê arame û di kontorla hêzên herêmê de ye

Navenda Ragihandinê y QSD’ê di daxuyaniya xwe di diyar kir ku hemwextî operasyona “Xurtkirina Ewlehiyê”, çeteyên dewleta Tirk a dagirker êrişî gundê Mehsenlî yê Minbicê jî kirin.

Navendê ragihand ku Hêzên Meclisa Leşkerî ya Minbicê bersiva êrişa terorî dan, piştî şerekî ku di encamê de hejmareke çete hatin kuştin, hêzên meclisê rewş xistin bin kontrolê.

Back to top button