Operasyona ‘Xurtkirina Ewlehiyê’ di roja 6’an de didome

Operasyona ‘Xurtkirina Ewlehiyê’ ku QSD’ê li dijî çeteyên DAIŞ’ê û bazirganên hişbirê daye destpêkirin bi hemû hêza xwe ev 6 roje didome.
QSD herî dawî bi daxuyaniyekê ragihand, ku li gundewarê rojhilatê dêrazorê, çeteyan hewldan êrişî hêzên wan bikin.
Her weha hêzên hikumeta şamê ji, ji bo derxistina fitneyê, çekdar şandin gundewarê Dêrazorê.

6 roj in operasyona “Xurtkirina Ewlehiyê” li dijî DAIŞ û bazirganên madeyên hişbir li Dêra Zorê didome.

Navenda Ragihandê ya Hêzên Sûriya Demokratîk QSD, bi daxuyaniyekê derbarê berdewamiya operasyonê da û got:

“Hêzên me ji bo şopandina komên çete ji aliyê rojavayê çemê Firatê ve, li gundewarên rojhilatê DêraZorê ketine tevgerê û tedbîrên din girtine.

QSD: Ji bo derxistina fitneyê, hikumeta Şamê çekdar şandin Dêrazorê

Hikûmeta şamê zext û gef li êl û serokeşêrên heremê kir ku fitneyê derxînin.

Komek çete hewldidan êrîşî hêzên me li gundewarên rojhilat bikin

Hin aliyên ewlehiyê yên rejîma Sûriyeyê hin çekdar şandin gundewarê dêrazorê ji bo ku fitneyê li herêmê derxînin.

Ferhad Şamî: Çeteyên derbasî Cedîde El Igêdat bûn, dîsa ber bi aliyên hikûmeta şamê re reviyan

Rayedarekî Navenda Ragihandinê ya QSD`ê destnîşan kir ku çeteyên ji herêmên hikumeta Şamê derbasî rojhilatê Dêrazorê bûne, dîsa ber bi rojavayê Firatê ve reviyane û da zanîn ku xebatên wan li dijî yên mane berdewam in.

Berpirsê Navenda Ragihandinê ya QSD`ê Ferhad Şamî li ser malpera xwe ya fermî agahiyên din parve kirin û wiha nivisî:

“Çeteyên ku derbasî Cedîde El Igêdat bûne, dîsa ber bi herêmên rejîmê yên li rojavayê Firatê ve reviyan.

Xebatên girtina çeteyên mayî li El Şihêl berdewam in.”

QSD destnîşan kirin ku hemû şêx, rûspî û navdarên herêmê li ser armanca operasyonê hatine agahdar kirin.

QSD spasiya gelê herêmê li ser piştigiriya wan a bi operasyonê re kir û bang li her kesî kir ku bi kesên dixwazin fitneyan derxin neyên xapandin.

Ji ber ku bi van lîstokan tênê aliyên derve yên li dijî herêmê disekinin, sûdê werdigrin.

Hêzên Sûrya Demokratîk tekez kir ku hêzên operasyona “Xutkirina Ewlehiyê” bi hevkariya Meclisa Leşkerî ya Dêrezorê dê operayonên xwe yên şopandina şaneyên terorîst û bazirganan bidomînin.

Hêdî hêdî, li gor QSD’ê operasyona wan ber bi armancên xwe ve diçe û piştrast dike ku “Ew ê rê nedin tu kesî ewlehiyê têk bibe û gefê li jiyana welatiyan bixwe.

Back to top button