Dewleta Tirk bi dijwarî êrişî gundên Minbicê kir

Artêşa Tirk ji şevê din êrişî gundewarê Minbicê dike.
Di encama êrişa li ser gundê Mihsenlî de 4 zarok şehîd bûn.
Meclisa Leşkerî ya Minbicê jî eşekre kir ku hêzên wan bersiva hemû êrîşan dane.

Dagirkeran ji doh êvarê ve ji bejahî ve êrişî gundê rojhilat û Bakûrê bajarê Minbicê kir.

Çeteyên dagirkeriya Tirk yekser sivîl kirin aramanc û di êrişa li ser gundê Mihsînlî de 4 zarok şehîd bûn.

Berdevkê Meclisa Leşkerî ya Minbicê Şervan Derwîş, eşekre kir ku ,

hêzên wan bersiva hemû êrişên li dijî nuqteyên hatine êrişkirin da.

Şervan Derwîş: Hêzên me bersiva hemû êrîşan da

Her wekî bersiva êrişên çeteyan ên li bakurê Minbicê li gundê Ewn Dadat jî têk birin.

Lê hîna jî li gundên Muhsenlî, Ereb Hesenû, Um Cilûd, Seyade û Dendeniyê jî pevçûn didomin.

Şervan Derwîş agahiyên têkildarî serweriya çeteyan li gundewarên Minbicê, derewandin û got:

Hemû hêzên wan li nuqteyên xwe ne û bersiva êrişên çeteyan didin.

Her wiha artêşa qirker doh jî gundewarê Til temirê topbaran kir, ev êrişên dagirkeriya Tirkiyê hemwextê operasyona Qsd’ê pêk tên.

Back to top button