Li Gabonê lîderê cûnta wê bibe serokomarê welat

Li Afrîka rewşek nediyar û metirsîdar heye.
Darbeyên li ser hev, rewşa li parzemînê aloz kiriye.
Li Gabonê niha lîderê cûnta leşkerî xwe ji bo ragihandina serokomariya welat amade dike.
Hemwextî vê, Yekîtiya Afrîka ragihand ku endamtiya Gobanê hatiye rawestandin.

Li Gabonê Orgeneral Brice Oligui Nguema xwe ji bo serokatiya demkî ya welat amade dike.

Nguema yê dawî li xanadana Bongo ya 56 salî anî, wê sond bixwe û rêveberiya welat bigre dest.

Berdevkê cûntaya ku darbe pêk anî diyar kir ku Nguema wê li Dadgeha Destûra Bingehîn sond bixwe.

Konseya Aştî û Ewlekariyê ya Yekîtiya Ewropayê piştî derbeyê biryar da ku endamtiya Gabonê “bi awayekî lezgîn” rawestîne.

Ji aliyeke din ve opozisyonê daxwaz kir ku di hilbijartinên roja şemiyê de namzedê pilebilind ê hilbijartinan were eşkerekirin.

Muxalefetê dibêje, namzetê wan dengan zêdetir girt, lê Elî Bongo hilbijartin dizî.

Ji aliyê din ve hat diyarkirin ku Serok Bongo di bin çavan de hatiye girtin.

Opozisyona sereke li Gabonê jî daxwaz kir ku hejmartina hilbijartinên roja şemiyê bi dawî were û berbijêrên wan wek serketiyên hilbijartinên nakok bên ragihandin.

Roja şemiyê li Gabonê hilbijartinên serokomarî û parlementoyê hatin kirin.

Komîsyona Hilbijartinê ragihand ku serokê berê Elî Bongo Ondimba dîsa di hilbijartinê de bi ser ket.

Hat ragihandin ku di hilbijartinê de Bongo ji sedî 64,27 ê dengan stendiye.

Namzedê muxalefetê Ondo Ossa ji sedî 30,77 dengan girtiye.

Yekîtiya Afrîkayê endamtiya Gabonê rawestand

Li aliyekî din, Yekîtiya Afrîkayê (AfB) ragihand ku piştî derbeya leşkerî endamtiya Gabonê rawestandiye.

Di daxuyaniya nivîskî ya Konseya Aştî û Ewlekariyê ya Yekîtiya Afrîkayê de hat ragihandin ku piştî destwerdana leşkerî ya li Gabonê ya di 30’ê Tebaxê de beşdarbûna welêt a hemû xebatên yekîtiyê hatiye rawestandin.

Di daxuyaniyê de ji kar dûrxistina Serokomar Elî Bongo bi tundî hate şermezarkirin û banga vegerandina pergala destûrî hate kirin.

Balkêş bû ku daxuyaniya yekîtiyê rojek piştî derbeya Gabonê hat.

Piştî derbeya 26’ê Tîrmehê ya li Nîjerê, Yekîtiya Afrîka 22’ê Tebaxê endamtiya vî welatî rawestandibû.

Li Gabonê darbe: Ji Amerîka, Îngilistan û YE daxuyanî

Back to top button