Komîteya Gel û Baweriyan a KCK: Li ber zilma Erdogan a li ser Kurdan rabin

Komîteya Gel û Baweriyan a KCK’ê bang li her kesî kir ku durûtiya desthilatdariya Tirk a bi serkêşiya Erdogan bibînin, ku ji bo Fîlîstînê banga ‘xwînsariyê’ kiribû.
KCK’ê ji her kesî xwest, ku li ber zilma li ser Kurdan rabin.

Komîteya Gel û Baweriyan a KCK’ê bi daxuyaniyekê qala êrişên dagirkeriya Tirk li dijî Rojava û Mexmûrê kir û ragihand ku “Dewleta Tirk dixwaze encama derbeya li Enqereyê binuxmîne, her wekî Komploya li dijî Rêber Apo hîn kûrtir bike”

Komîte balê dikişîne ser êrişa 7’ê cotmehê ya li dijî mizgefta Kampa Mexmûrê û dibêje ku “gelê Mexmûrê ji sala 1990î ve, li hember faşîzma dewleta Tirk û hêzên mîna PDK’ê têdikoşe, ev cihê silavê ye”

“Bêyî ku li ber xwe bikevin ji bo gazzeyê banga ‘xwînsariyê’ dike”

Têkildarî durûtî û nîfaqa faşîzma dewleta Tirk a li beramber Gezayê, Komîteya Gel û Baweriyan a KCKê eşkere kir ku “dewleta faşîst hestên olî yên gelan bi kar tîne û êrîşên qirkirinê yên li ser Kurdistanê giran kiriye”

“Bêyî ku dewleta Tirk li ber xwe bikeve, li Gezayê banga xwînsariyê dike. Wer nîşan dide ku kuştina zarokan xema wê ye”

Lê belê li gorî pîvana edaletê mafên Kurdan jî heye ku mîna hemû Misilmanên din li welatê xwe bijîn”

Lewra komîteya KCK’ê bang li oldarên Misilman, Elewî, Êzidî û ji baweriyên cuda kir ku hîn bi xurtî tevlî têkoşîna ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo bibin û li hemberî êrişên qirker bibin xwedî helwest”.

Back to top button