Dewleta Tirk vê carê berê balafira xwe da Mexmûrê.
Di topbarana dagirkeriya Tirkê ya dijî mexmûrê de jinek û 2 zarok birîndar bûn.
Balafireke bêmirov û bi çek ya dewleta Tirk ya dagirker mizgefta wargeha Penaberan ya Mexmûrê bombebaran kir.
Di êrişa a li dijî wargehê de dayikek û 2 zarok birîndar bûn
Di encamê de agir bi mizgeftê ket ,di êrişê de dayikek û 2 zarok birîndar bûn.
Navên birîndaran wiha ne:
Zeyneb Îbrahîm Îsmaîl , Egîd Osman û Azad Şefîq Mihemed.
Eyn Îsa-Ji ber topbaranê nêzî 100 gundî bê kehrebe ye
Her weha, li gorî rêveberîya Enerjîyê ya Kobanê, Di encama bombebarana artêşa Tirk ya li ser herêma Eyn Îsa û bi taybet gundê Ebû Sira de, xeta kehrebê ya gundên rojavayê navçeya Eyn Îsa û Meclîsa Cirin ji xizmetê derket.
Niha nîzî 100 gund ji enerjîyê bêpar maye.
Dewleta tirk ya dagirker gundên Esediyê û Rebîat yên girêdayî Zirganê bi çekên giran topbaran kirin.
Ji duh ve çend caran baregehekî Rejîma Suriyê ya Gundê Aqîbê ya Şêrewa bi Keşfê lê dide.
Bi dehan stasyonên avê, kehrebê, petrolê û nexweşxane hatin bombebaran kirin


