Bi dehan stasyonên avê, kehrebê, petrolê û nexweşxane hatin bombebaran kirin

Dewleta Tirk a dagirker ji doh ve êrişên xwe li ser herêmê didomîne.
Bi taybetî di van êrişan de kargeh, stasyonê av, kehrebe, nexweşxane û stasyonên petrolê hate armanckirin.
Di encam êrişên dagirkeriyê de bi zêdeyî 10 welatî birîndar û şehîd bûn.
Nîha li gelek navçeyên heremê kehrebe nîne û êrişên dewleta Tirk a dagirker îro tevahiya rojê jî nesekinîn.

Ji doh seatên sibehê ve dewleta Tirk a dagirker dest bi êrişeke dijwar a dijî herêmên bakur û rojhilatê Sûriyê kiriye.

Dewleta tirk a dagirker di van êrişan de bi dehan bingehên jiyanê weke stasyona avê, kehrebê, gaz, petrolê, nexweşxane û kargeh kir armanc.

Tevahiya rojê jî dagirkeran dîsa gund, cihên jiyanî yên welatiyan û binesaziya herêmê dan ber bombeyan.

Dagirkeran li gûndê Siwêdiyê yê Dêrikê mezintirîn stasyona xaz û petrolê bi balafiran zêdeyî 8 caran bombaran kir.

Her weha nexweşxaneya Korona ya gûndê Girê Vira ya girêdayî Dêrikê jî bombebaran kir, avahiya nexweşxaneyê bi giştî hate ruxandin.

Di êrişa li ser gundên Dêrikê de 5 welatî birîndar bûn

Şevê din jî balafirên şer xeta Xanaserê ya Dêrikê, sêgirka ya Girkêlegê û Çilaxa gelek caran bombebaran kir.

Di encamê de 5 welatî birîndar bûn, kehrebe li ser bajarên Dêrikê, Çilaxa, Girkêlegê, Rimêlan bi giştî hatin qutkirin.

Îro dîsa Stasyona Kehrebê ya Qamişlo hat bombekirin.

Tirbespiyê-gund û binesaziya petrolê hatin bombekirin

Ev der jî navçeya Tirberspiyê ye û encaman bombebarana li ser binesaziya Petrolê ya Gir dahol e.

Ji bombebarana li ser stasyonê welatî Mihemed Giyarî șehîd bû û zarokekî wî bi giranî birîndar bû.

Xaleke Stasyona Enerjiyê û malên sivîlan yên gundê Gir Hesenakê yên heman navçeyê hatin bombekirin.

Hesekê-Di êrişa li ser kargeha Mişêrfa Hemê de 2 welatî şehîd bûn

Li bajarê Hesekê jî, di êrîşa doh a li ser kargeha mişêrfa Hemê de 2 welatî Şehîd bûn û 3 jî birîndar bûn.

QSD’ê bersiva êrişan dan-li Til Temir 5 leşkerên Tirk hatin kuştin

Ne tenê ev, gundên navçeya Til Temirê hatin bombebaran kirin.

Hêzên QSD’ê jî bersiveke tund dan êrişan.

Navenda Ragihandina QSD bi daxuyaniyekê ragihand ku şervanên QSD du çalakî li Bab El Ferec û Ebdulhey li dijî dagirkeran li dar xist.

Di encama bersivdayîna şervanan de, 5 leşkerên Tirk li Til Temirê hatin Kuştin.

Dagirkeran gundên navçeya Şehba bombebaran kirin

Li Şehaba û Efrînê jî êrişên dagirkeriya Tirk nesekinîn.

Bi dehan gundên navçeya Şêrewa û Şera ji ezman û bajahî ve hatin bombekirin.

2 baragehên hêzên hikûmeta Şamê jî zêdeyî 4 caran hatin bombebaran kirin, di encamê de 3 leşker birîndar bûn.

QSD: Îdîayên dewleta Tirk yên şehîdkirina şervanên me ne rast e

Li aliyê din wezareta parastinê ya dewleta Tirk a dagirker îdia kir ku 5’ê Cotmehê li herêma Ezazê 26 şervanên QSD şehîd xistine.

QSD bi daxuyaniyekê bersiv da û got:

Di vê rojê de, li herêma navborî ti çalakiyên me û ti windahiyên me çênebûye.

Îdiaya Wezareta dewleta Tirk ne rast e.

Back to top button