Bertekên li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker

Gelê herêmê jî li dijî êrişên dewleta Tirk ku binesaziya jiyanê û jiyana sivîlan dixe xeteriyê de di nava çalakiyan de ne.
Di çalakiyan de tê gotin, “Em ê tu carî li hember van êrişên tirsonek serî netewînin.”

Ji duh ve dewleta Tirk a qirker bi balafiran êrişî Bakur û Rojhilatê Sûriyê dike.

Xelkê herêmê jî li dijî van êrişên hovane yên ku li ber çavên Cîhanê têne kirin di nava çalakiyan de ne.

Malbatên şehîdan: Em ê xeyalên Osmaniya nû têk bibin

Meclisa Malbatên Şehîdan li Helebê li dijî êrişan meşek li dar xist.

Şêniyên taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê bi girseyî beşdarî meşê bûn.

Di meşê de Hevseroka Meclisa Malbatên Şehîdan Rewşen Mihemed axivî û got:

“Em ê rê nedin dagirkeriyeke nû û xeyalên Osmaniya nû têk bibin.”

Xelkê Reqa: Em tu carî serî li van êrişan natewînin

Li Reqayê jî gel daketin qadan û bi tundî êriş şermezar kirin.

Kesên beşdarî meşê bûn diyar kirin ku ew ê heya dawiyê li ber xwe bidin ê destketiyên şehîdên xwe biparêzin.

Xelkê Çilaxa: Ev êrişên hovane nikarin vîna me bişkînin

Li Çilaxa jî şênî bi girseyî daketin kolanan û êrişên dewleta Tirk a qirker şermezar kirin.

Piştî meşê li Qada Şehîd Mahsûm mîtîngek hat lidarxistin.

Li wir hevserokê Nivîsgeha PYD′ê ya Çilaxay Ebduselam Ebas axivî û got:

“Dewleta Tirk çiqas hewl bide nikare vîna gelê herêmê bişikîne.”

“Ev êriş rê li zindîkirina DAIŞ’ê vedike”

Bi heman armancê li Til Hemîsê jî meşek hate lidarxistin.

Di meşê de hate gotin: “Divê civata navneteweyî xetereya êrişên dewleta Tirk ên li dijî herêmên me baş bizane.

Ev êriş rê li zindîkirina DAIŞ’ê vedike.”

Li Tirbespiyê meşeke girseyî li dijî êrişan hate lidarxistin

Her wiha li Tirbespiyê jî meşeke girseyî li dijî êrişan hate lidarxistin.

“Bila koalîsyona navnetewî bi erka xwe rabe”

Pêkhateyên Til Temirê jî li qadan bûn.

Di meşa ku hate lidarxistin de bang li Koalîsyona navnetewî hate kirin ku bi erka xwe rabe.

Li Dirbêsiyê jî êrişên dijwar ên li dijî herêmê bi meşekê hatin şermezarkirin.

Ciwanên Şoreşger ên Minbicê bi meşekê êriş şermezar kirin

Duh êvarî jî ciwanên şoreşger ên Minbicê daketin kolanan, êrişên li ser herêmê û tecrîda li dijî rêber Apo şermezar kirin.

Ciwanan destnîşankirin ku ew bi rêxistinkirina xwe van êrişan vala derxin.

Back to top button