Nebez Xalid: PDK’ê ji bo kesên ji kîmyewî bandor bûne nexweşxaneyek vekiriye

Li ser mijara bikaranîna çekên kîmyewî ji aliyê Tirkiyê ve, Aktîvîstê Siyasî Nebez Xalid dibêje ”PDK’ê ji bo kesên bi çekên kîmyawî bandor bûne ji medyayê veşêre, nexweşxaneyek taybet vekiriye.”

Nebez Xalid anî ziman heta niha nêzî 400 kesên sivîl ji van çekanên kîmyewî bandor bûne û ew rakirine nexweşxaneyan.

Her wiha eşkere kir ku PDK’ê ji bo van kesan nexweşxaneyek taybet vekiriye û got:

PDK’ê dixwaze vê bûyerê ji medyayê veşêre lewma jî ev nexweşxane vekiriye.

Xalid Nebez da xuyakirin ”PDK’ê ji wan kesan re dibêje ku ev nexweşî cureyek nû ya Coronayê ye, lê agahiya xelkê ji rewşê heye”.

Dawiyê, aktîvîstê siyasî Nebez Xalid piştrast kir heta komîsyonek taybet neçe herêmê û lêkolînê neke wê bertekên li dijî vî sûcî dewam bikin.

 

Back to top button