Bi boneya salvegera 29. a şehadeta Gulnaz Karataş bi nasnav Bêrîtan ciwanên Minbicê çalakiyek li dar xist û ew bi bîr anî.
Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekitiya Jinên Ciwan ên Minbicê çalakiyek li dar xistin û şehîd Bêrîtan bi bîr anîn.
Di çalakiyê de sinevîzyonek li ser têkoşîna şehîd Bêrîtan hat pêşandan.
Pişt re li ser navê Yekitiya Jinên Ciwan a Minbicê daxuyaniyek hat dayîn û hat gotin “Ş.Bêrîtan mînaka artêşbûna jinê ye ku li hemberî xiyaneta PDK û sixûrên wê sekinî û bû dengê berxwedana domdar a li hemberî xiyanetê.”
Jinan diyar kirin ku şehîd Bêrîtan bi çalakiya xwe bû sembola jina Kurd û soza şopandina rêya wê dan.