Bazara demkî ya Amûdê barên welatiyan sivik kiriye

Ji 30’yê meha Adarê ve bi taybetî bi hatina meha rojiyê re ji bo ku barê welatiyan sivik bibe li Amûdê bazareke demkî hate vekirin. Li sûkê kel û pel bi bihayekî kêm tên firotin.

Welatiyê bi navê Îmad Hisên ê ji navçeya Amûdê dibêje ku cudahiyeke mezin di navbera nirxên bazarê û dikanên bazirganiyê yên li bazarên din heye.

Hisên dibêje ku piranya bazirganan di Remezanê de bi hinceta buhabûna dolar û girtina dergehan buhayê kelûpelan bilind dikin, lewma ev bazar hate vekirin.

Welatiya bi navê Îlham Mihemed jî got ku ev gaveke erênî ye û banga berfirehkirina bazarê kir.

Berpirsa Bazarê û endama rêveber a Odeya Pîşesaziyê ya Amûdê Hêlda Şindî jî got wê bazar heta dawiya meha Remezanê vekirî be.

Back to top button