Amerîka wê balafirên şer ên F-16 bide dewleta Tirk

Amerîka wê balafirên şer yên F-16 bide Tirkiyê. Dewleta Tirk jî bi van balafiran tenê xaka Kurdistanê bombebaran dike.

Amerîka ku ji ber kirrîna Sîstema Parastina Hewayî S-400 a Rûs, Tirkiye ji bernameya balafirên F-35 derxistibû wê balafirên F-16 bidê.

Wezareta Karên Derve ya DYA derbarê mijarê de nameyek ji kongreyê re şand û diyar kir ew erênî nêzikî firotina balafirên F-16 ji bo Tirkiyê dibin.

Di nameyê de tê gotin wê firotina balafiran di berjewendiya ewlekariya netewî ya Amerîkayê de be.

Di 4’ê Sibatê de zêdeyî 50 endamên Meclisa Nûneran nameyek ji Rêveberiya Biden re şandibûn û jê xwestibûn ku daxwaza Tirkiyê ya balafirên F-16 red bike.

Back to top button