PDK welatiyên Kurd ên ji ber dewleta Tirk reviyane binçav dike

Beriya 28′ rojan, endamê HDP’ê Musa Çîftçî li Hewlêrê ji aliyê Asayîşa PDK’ê ve hatibû binçavkirin û di 4 Nîsanê de hat berdan. Çiftçî derbarê girtina xwe de dibêje: Pêkanînên li tu devera cîhanê nayên dîtin bi serê min de anîn. Çavgirtî û dest kelepçekirî îfadeya min girtin.

Li Başûrê Kurdistanê polîtîkayên Partî Demokrat a Kurdistan-PDK li dijî muxalîfan dewam dike.

Herwiha li dijî Kurdistaniyên ji bakurê kurdistanê ku ji ber zextên dewletê reviya ne û xwe li başûr girtine jî zext, êrîş, binçavkirin ji alyê PDK’ê ve tê kirin..

Herî dawî, Endamê HDP’ê Mûsa Çîftçî ku li Silêmaniyê dima, berî heyvekê berê xwe dabû Hewlêrê û li wir ji aliyê Asayîşa PDK ve hatibû binçavkirin.

PDK’ê endamê HDP’ê Çiftçî bi tawanbariya “endamê rêxistinê” 28 rojan êşkence kir

Çîftçî, 28 rojan agahî jê nehat girtin, di 4’ê nîsanê de hat berdan..

Çiftçî têkîldarî zext û kiryarên bi serê wî hatine de ji ajansa Mezupotamiya re axivî

Çîftçî anî ziman ku ew beriya niha li Tirkiyê gelek caran hatiye binçavkirin û qasî 5 salan di girtîgehê de maye.

Musa Çiftçî yê HDP’î: êşkenceya min li gel PDK’ê dît li tu cihî nedît

“Ez rastî îşkence, heqeret û muameleya xerab hatibûm, lê tişta ku min li başûrê kurdistanê dît, tu caran neditiye.

Çavên min girtî û destên min gelepçekirî bûn û îfadeya min digirtin..

Nêzî 700 heta 800 kesên din bi min re binçavkirî bûn..

Em 140 kes di yek hucreyê de bûn.

Mirovan cihê razanê nedidît.

Lêpirsîna min bi îdiaya ‘endamtiya rêxistinê’ hatibû vekirin.

Li Tirkiyê jî bi heman sedemê ez hatibûm binçavkirin.”

“Pêşmerge û zarokên şehîdan jî di bin çavan de ne”

Çîftçî diyar kir ku kesên bi salan binçavkirî de jî bi wan re hebûn û ji wan Pêşmerge, endamên Asayîşê û zarokên Şehîdan hebûn..

Çiftçî di dawiyê de pirsî ka mirovek çawa dikare li hemberî gelê xwe, xizm û derdora xwe tişteke wiha bike û got:

“Trajediyeke mezin e. Kesên ku 4 sal beriya niha di çalakiyan de hatine binçavkirin, ev 4 sal in li wir in.

Ev kes ne di girtîgehê de ne, di binçavan de ne. Tişta min bi çavê xwe dît, bi çend peyvan nayê ziman.”

Back to top button