Haştaga rakirina dorpêça li ser Şehbayê û Şêxmeqsûd

5 sal in hikumeta Şamê dorpêç li ser kantona Şehba û taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê ferz kiriye.

Ji bo bidawîkirina vê dorpêçê, Şeva borî çalakvanên medyaya dîjîtal, haştagek da destpêkirin.

Haştaga bi navê #Şam-me dorpêç dike-Tirkiye-me dikuje’ şevê din saet 21’an dest pê kir û dê îşev di heman saetê de bidawî bibe.

Hikumeta Şamê ji zêdetirî 5 salan ve dorpêçê li ser Şehba û her du taxên Helebê ferz dike.

Her wiha di Tebaxa 2022’an de, dorpêç girantir kir û nahêle pêdiviyên bingehîn, sotemenî û derman derbas bibin.

Şehba-Dorpêça hukumeta Şamê wê keraseteke mirovî bi xwe re bîne

Back to top button