
Bi armanca hişyarkirina gel di warê paqijiyê de, Şaredariya Gel a Til Hemîsê ya kantona Qamişlo însiyatîfa paqijiyê da destpêkirin.
Însyatîf, ji bo parastina xweşikbûna navçeyê û jîngehê her wiha hişyarkirina gel li ser paqijî û hevkariyê pêk hat.
Bi dehan şêniyên navçeyê û endamên saziyan beşdarî însiyatîfê bûn.
Beşdar, saetên siharê ji pêşiya Çerxerêya Serdozgeriyê ya li Rojavayê navçeyê dest bi komkirina kaxiz û gilêşê kirin.
Kolanên şaxî û sereke hatin paqijkirin.
Însiyatîfa paqijiyê li deriyê Bakur ê ketina navçeyê bi dawî bû.