Li Şehbayê 5 gerîlayên YJA-Starê hatin bibîranîn

Li Şehbayê bi merasîmekê 5 şehîdên YJA-Starê ku li cih û demên cuda şehîd bûne, hatin bibîranîn.

Meclisa Malbatên Şehîdan a Efrînê merasîma xiyabî ji bo şehîdên YJA Starê Gul Çiya, Pelşîn, Gulan, Hêjar Zozan, Leyla Amed ên ji Bakurê Kurdistanê li dar xist.

Di merasîmê de, li ser navê Meclisa Malbata Şehîdan Şaziye Îbrahim wiha got:

“Her pênc heval peşengên şoreşê ne.

Şervanên me soz dan ku li hemberî tariyê, zordariyê û bindestiyê têbikoşin, em jî soz didin ku em ê li ser şopa şehîdên xwe têkoşînê berdewam bikin.”

Yadê Şaziye bal kişand ser têkoşîna ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan jî û got:

“Dem dema azadiya Rêber Apo ye.

Ji bo vê jî heta pêkanîna azadiya fizîkî ya Rêber Apo em ê têkoşînê dewam bikin.”

Dawiyê jî wêneyên her 5 gerîlayên şehîd radestî dayikên şehîdan ên ji Efrînê hatin kirin.

Back to top button