Sûc û hovîtiya dewleta Tirk li Efrîna dagirkirî

Li Efrînê yek ji wan jineke ciwan 4 welatiyên din hatin revandin.
Li Eyn Darayê jî, çete ketin nava zeviyê welatiyekê û 650 darên wî birîn.

Sûcên dewleta Tirk a dagirker û komên çete yên girêdayî li Efrîna dagirkirî dewam dikin.

Rojane welatî tên revandin û dar têne birîn.

Her wiha li gelek deveran bi mebesta guherîna demografiya herêma Efrîn mêtingeh têne avakirin û girên dîrokî têne kolandin.

Çeteyên El-Hemzat 650 darên hinaran li Efrînê birîn

Talankirina xwezayê jî, li Efrîn dewam dike.

Efrîn News da zanîn ku çeteyên El-hemzat 650 darên hinaran li gundê Eyn Dara birîn e.

Ew dar jî milkên welatiyê bi navê Mihemed Elî yê ji Gurzêlayê ne.

Mihemed Elî di dema dagirkirina Efrînê de, neçarî koçberiyê dibe û niha li Şehbayê dimîne.

Firotina malên Efrîniya didome

Her wiha firotina mal û milkên welatiyên Efrînê jî didome.

Efrîn POST ragihand ku çeteyek ji Til Deman mal welatiyê bi navê Mihemed Ferîd ji xelkê Dêr Sewan ku desteserkiribû, firotiye xizemkî xwe.

Efrîn POST diyar kir ku mala Ferîd li hember hezar û 300 dolarî hate firotin.

Li Girê Spî çeteyek hate kuştin

Li Girê Spî yê dagirkirî jî, serçeteyekî El-cebha El-şamiyê hate kuştin.

Back to top button