Li rawestgehên jiyanê li kêliyên herî germ, bi dilek têr eşqa jiyanê têkoşînê hembêz kir.
Em behsa şoreşger Şêrîn Elemhulî dikin.
Ew bû hêvên şoreşa ‘Jin, Jiyan, Azadî’ ku îro bi hezaran kes ji bo azadiyê li qadanin.
Wê hebûna xwe bi nasnameya jina azad biwatedar kiriye
Şirîn Elemhulî ye di sala 1981’ê de li gundê Dêm-qişlaq ê Makoyê yê Rojhilatê Kurdistanê ji dayîk dibe.
Di sala 2006’an de beşdarî nava refên gerîla bû.
2006’an li Rojhilatê Kurdistanê gelê Kurd li dijî nêzîkatiyên dewleta Tirk ên li hemberî gelê Kurd û Rêber Abdullah Ocalan rabûn serhildanê.
Jinên ji Rojhilatê Kurdistanê pêşengiya vê serhildanê kirin.
2008’an di encama êrişên hevpar ên dewleta Tirk û rejîma Îranê de hevalên herî nêz ên Şêrîn bi berxwedaniyek bêhempa jiyana xwe ji dest didin.
Jiyana azad di dilê Şêrîn Elemhulî de geş bû
Şêrîn soz dide ku li hemberî van hemû zilma rejîma Îranê tola hemû hevrê û gelê xwe rake.
Lewma biryar dide ku di nava balafirgeha paytexta Îranê Tahranê de çalakiyek fedayî bike.
Di 25’ê Nîsana 2008’an de li Tehranê dema dixwaze çalakiyê bike nêzî balafirgehê, tê binçavkirin.
Şîrîn li girtîgehê li dijî êşkencekirinê dest bi grevê dike û 22 rojan dewam dike, heta ku sewqî qawîşa 29’an a jinan a Girtîgeha Ewîn a li Tehranê dikin.
Piştî 6 mehên êşkenceyê dibin beşa jinan a heman girtîgehê.
Di 19’ê Kanûna 2009’an de bi îdiaya endama Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) cezayê darvekirinê lê tê birin.
9’ê Gulana 2010’an tevî 4 hevalên xwe,Ferzad Kemanger, Ferhat Wekîlî, Elî Heyderiyan û Mehdî Islamyan tê darvekirin.
Şêrîn û çar hevreyên xwe bi sirûda ‘Ey Reqîp’ diçin ber sêdarê.
Şêrîn Elemhulî di bîranînên xwe de dibêje:
”Dibe ku hûn bedena min dîl bigrin lê bi tu awayê hûn nikarin şerefa min dîl bigrin.”
Şêrîn Elemhulî piştî Leyla Qasim bû duyemîn jina Kurd a bi destê feraseta dewleta mêr-serwer tê darvekirin.
Li ser şahadeta wan re 13 sal derbas bûn.
Lê mûma ku wan pêxistî , îro li Rojhilatê Kurdistan û Îranê bû şoreşa jinê ya ‘Jin, Jiyan, Azadî’ û li cihanê deng veda ye.



