HPG: Êrişên dagirkeran ên bi çekên qedexekirî dewam dikin

HPG’ê bi daxuyaniyekê ragihand ku Artêşa Tirk a dagirker 12 caran êrişî çeperên berxwedanê yên li Herêmên Parastinê yên Medyayê kir.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî êrişên artêşa Tirk a dagirker ev daxuyanî da

“Li herêma Zapê roja 8’ê Gulanê dagirkeran êrişî Qada Berxwednê ya Girê FM kirin.

Li wir hêzên me ji bo xweparastinê li dagirkeran dan.”

HPG’ê ragihand, 8’ê Gulanê çeperên li Qada Berxwedana Girê FM bi çekên qedexekirî hatiye bombekirin û got:

Di 8 û 9’ê Gulanê de Qadên Berxwedanê yên Girê Amediye û Girê FM û çeperên me yên berxwedanê yên Sîdayê 11 caran bi obus, tank û çekên giran hatin bombekirin.”

Her wiha HPG’ê diyar kir ku artêşa Tirk a dagirker hewl dide çeperên Girê FM bi kepçe û dozeran hilweşîne.

Back to top button