Serokê şandeya rejîma Sûrî di danûstandinên astanayê de Beşar Caferî idîa kir ku li Sûriyê tiştekî bi navê ”Aloziya Kurdî” tune ye û ragihand ku danûstandinên navbera Şam û kurdan de li dar in.
Piştî bidawîbûna gera 14’emîn a danûstandinên Astanayê, Serokê şandeya rejîma Sûrî , Beşar Caferî di kongreyeke çapemeniyê de diyar kir ku li Sûriyê tiştekî bi navê aloziya Kurdî tune ye, Kurd parçeyek ji hebûn û gelê Sûriyê ye.
Caferî destnîşan kir ku danûstandinên bi Kurdan re mijarekî Sûrî-navxweyî.
Beşar Caferî sîstema Rêveberiya Xweser red kir, û diyar kir ku ev sîstem Sûriyê parçe dike.
Serokê şandeya rejîma Sûrî di danûstandinên astanayê Beşar caferî tekez kir ku di çarçoveya diyalogên Sûrî -Sûrî de, niha danûstandinên Şamê bi Kurdan re li dar in.