Pentagon carek din hevkariya xwe ya bi QSD’ê re bi bîr xist û teqez kir ku têkoşîna wan li dijî DAIŞê berdewam e.
Her wiha metirsiya xwe ji têkiliya Tirkiye û Rûsya anî ziman.
Li pêşiya meclisa nûnerên Emerîkî, wezîrê parastinê yê Emerîkayê Mark Esper anî ziman ku, wan serkeftineke bêhempa bi hevkarên xwe yên li Sûriye û Îraqê li dijî DAIŞê bi dest xistiye.
Esper kuştina Ebû Bekir el-Bexdadî weke mînak destnîşan kir,
Mark Esper got: ”Hîna hêzên me li Sûriyê ne û bi awayekî xurt bi hêzên QSD’ê re kar dikin û em dikarin bi hev re hişmendiya DAIŞê têk bibin.
Der barê hebûna Emerîkî li Sûriye û Rojhilata Navîn, Esper teqez kir ku stratejiya Emerîka ew ku van herêman ji DAIŞ û terorê biparêzin.
Mark Esper ragihand ku ew ê rê nedin ku hêzek din ya dijber Sûriye û Rojhilata Navîn kontrolê bike.
Mark Esper: A herî tirsnak, têkiliya navbera Rûsya û Tirkiyê ye
Wezîrê Emerîkî ragihand ku wezareta parastinê dixwaze hebûna xwe ya leşkerî li herêmê xurtir bike.
Her wiha Mark Esper behsa hebûna leşkerî ya Rûsî li Sûriyê jî kir û wiha bi dawî kir:
Di vê meha borî de, Rûsya hebûna xwe li Sûriyê zêde kiriye û tiştê herî tirsnak têkiliya di navbera Rûsya û Tirkiyê de ye.