Nûnerê serokê Rûsya li Sûriyê: Pêkanîna têkiliyekê navbera Sûriye û Tirkiye de zehmet e

Nûnerê serokê Rûsyayê li Sûriyê ragihand ku pêkanîna danûstandinekê navbera dewleta Tirk û rejîma Sûrî de weke zehmet bi nav kir û diyar kir ku Rûsya dixwaze ev têkilî baş bibin.

Nûnerê serokê Rûsyayê li Sûriyê Elksender Lavrentîv di hevdîtineke li gel televizyona RT de got:

Pêkanîna têkiliyekê navbera Sûriye û Tirkiyê de zehmet e, lê tevî wê jî em dixwazin têkilliyên herdu aliyan baş bibin.

Lavrentîv diyar kir ku rewşa Idlibê hîna bi nakok e û tekez kir ku ”beriya niha Rûsya hişyariya ferehbûna desthilata çeteyên li Idlibê daye”.

Nûnerê serokê Rûsya li Sûriyê:
Bawerî navbera aliyên Komîteya Destûrî de tune ye

Têkildarî xebatên Komîteya Destûrî jî Elksender Lavrentîv ragihand ku divê atmosfereke guncaw ji bo xebatên komîteyê bên afirandin, ji ber ku bawerî nîn e navbera aliyên komîteyê de.

Leave a Reply

Back to top button