
Çeteyên DAIŞ’ê li rojhilatê Dêra Zorê êrîşî hêzên rejîma Sûrî kir û di encamê de 7 leşkerên rejîmê hatin kuştin û 14 jî birîndar bûn.
Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirov ragihand ku karawanekî leşkerên rejîma Sûrî li ser riya navdewletî li nêzî bajarokê Sibîxan li gundewarê Dêra Zorê kir hedef.
Çavdêriyê diyar kir ku di encamê de 7 leşkerên rejîmê hatin kuştin û 14 jî birîndar bûn.