El-Mismarî: Me di operasyoneke 3 saetan de bajarê Sêrtê bi dest xist

Artêşa Niştîmanî ya Lîbyayê ragihand ku hêzên wan bajarê Sêrtê bi temamî bi dest xist.Serokê hikûmeta Wîfaqê ya Lîbyayê Fayîz El-Serac û Weîzêr Derve yê Tirkiyê Çavuşoglu ji bo civîne sêalî bi lez serdana Cezairê kir. Konseya Ewlekariyê jî li dijî dagirkerkeriya dewleta Tirk ya Lîbyayê metirsiyên xwe anîn ziman û deswerdana Tirkiyê ji Lîbyayê re red kirin.
Li Libyayê şerê di navbera Artêşa Wetenî ya bi serkêşiya Xelîfe Hefter û hikûmeta Wifaqê ku dewleta Tirk piştgiriyê dide, dewam dike.
Berdevê Artêşa Wetenî ya Lîbyayê, Lîwa Ehmed El-Mismarî di kongreyeke çapemeniyê de ragihand ku hêzên wan di operasyoneke ku tenê 3 saetan dewam kir bajarê Sêrtê bi temamî bi dest xist.
El-Mismarî got: Operasoyna rizgarkirina Sêrtê bilez bû û veşartî û nişkave pêk hat û di encamê de bajêr bi temamî ji çekdarên hikûmetên Wîfaqê hat paqijkirin.
Ev pêşdeçûnên Artêşa Wetenî jî piştî ku duh Erdogan ragihand wê leşkerên Tirk bi fermî bişîne Lîbyayê, tên.
îro jî Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlût Çavuşoglu ragihand ku Tirkiye wê leşkerên xwe ji bo piştgirya hikûmeta Wîfaqê ya Lîbyayê bişînin.
Çavuşoglu got: Li gorî tifqa bi hikûmeta Wîfaqê re wê Tirkiye pispor û şêwermendan bişîne Lîbyayê.

DESTWERDANA TIRKIYÊ YA LÎBYAYÊ
EL-SERAC Û ÇAVUŞOGLU JI BO CIVÎNEKE SÊ-ALÎ SERDANA CEZAIRÊ KIR
Li aliyeke din jî Serokê hikûmeta Wîfaqê ya Lîbyayê Fayîz El-Serac û Weîzêr Derve yê Tirkiyê Çavuşoglu serdana Cezairê kir.
Li gorî çapemeniya Cezairê wê civîneke sêalî navber El-Serac û Çavuşoglu û serokê Cezariê Ebdulmecîd Tebûn pêk were.
Beriya sedana El-Serac û Çavuşoglu bi çend saetan jî serokwezîra Elmanyayê Angela Merkel bi riya telefonê bi bi serokê Cezariê Ebdulmecîd Tebûn re axivî.
Herdu aliyan jî li ser rawestandina destwerdana derve di Lîbyayê de li hev kirin.

DESTWERDANA TIRKIYÊ YA LÎBYAYÊ
KONSEYA EWLEKARIYÊ BANGA BIDAWÎKIRINA DESTWERDANA DERVE DI LÎBYAYÊ DE KIR
Li aliyekî din Konseya Ewlekariyê ya Navdewletî li ser daxwaza Moskoyê derbarê Lîbyayê de civînekê girtî li dar xist.

Di civînê de li ser rewşa dawî ya şer fikarên xwe anî ziman û banga bidawîkirina destwerdana derve di karûbarên Lîbyayê de hat kirin.

DESTWERDANA TIRKIYÊ YA LÎBYAYÊ
WEZÎRÊN DERVE YÊN MISR Û SIÛDIYÊ DESTWERDANA TIRKIYÊ LI LÎBYAYÊ RED DIKIN
Li paytexta Erebistana Siûdî Riyadê jî civîna wezîrên karên derve yên dewletên bi ser Deryaya Sor ve hat lidarxistin.

Wezîrên karên derve yên Misr û Erebistana Siûdî di civînê de li hev kirin ku hebûna dewleta Tirk ya li Libyayê derveyî qanûnên navdewletî ye û ev destwerdan red kir.

Leave a Reply

Back to top button