Donald Trump: Wê bi ti awayî Îran çekên nuklerî bi dest nexe

Serokê Emerîkayê Donald Trump îro ragihand ku wê nehêle Îran çeka nuklerî bi dest bixe.

Donald Trump bi riya tiwîtekê bi zimanekê hişk got: “Wê bi ti awayî Îran çekên nuklerî bi dest nexe”.

Gotinên Trump jî piştî ku Îran qonaxa pêncemîn û ya dawî ji berhemdayîn ango texsîba Yûranyûmê ragihand, tê.

Îran jî her wiha ragihandibû ku ger ceza li ser Îranê rabin wê dev ji qonxa pêcan ya texsîba Yûranyûmê berde.

Ji aliyê xwe ve Rûsya bang li hemû aliyên ku tifaqa nukkerî îmzekirine kir ku bila li gorî tifaqê tevbigerin ji bo misogeriya mayîna Îranê di vê tifaqê de.

Hêjayî gotinê ye ku Emerîka di sala 2018’an de ji tifaqa navbera Îran û herpênc dewletên dayîm di meclisa Ewlekariyê û Elmanyayê ku di sala 2015’an de hatibû îmzekirin, xwe vekişandibû.

Leave a Reply

Back to top button