Xeteriya şer ya belavbûna li Rojhilata Navîn zêde dibe

Li Rojhilata Navîn piştî şerê li Xezayê, ji Yemenê heta Îran û Pakîstanê rageşî û alozî zêde dibin.
Fikar hene ku ev şer li tevahiya herêmê belav bibe.
Pakîstanê bersiva êrişên Îranê da û eyaletên Sîstan û Belucistanê bomberan kir.
Îranê jî ragihand ger şerê li Xezayê bi dawî nebe wê êrişên li dijî Îsraîlê dewam bikin û şer li hemû herêmê belav bibe.

Bi destpêkirina şerê Hamas û Îsraîlê re rewşa li Rojhilata Navîn jî her diçe aloz dibe û îhtîmala şer ya li belavbûna herêmê zêde dibe.

Şeva 16’ê Çileyê Îranê bi moşekan êrişî bajarê Hewlêrê kir û di encamê de karsazên bi navê Pêşrew Dîzayî, Kerem Mixayîl û du kesên din hatin kuştin.

Îranê ragihand ku wan di vê êrişê de sîxurên girêdayî Îsraîlê hedef girtine.

Heman rojê di saetên êvarê de jî Îranê bi moşekan êrişî Pakîstanê kir.

Li gorî daxuyaniya Îranê wan bi moşekan deverên rêxistina girêdayî Îsraîlê ya bi navê Ceyş El Adl ango Artêşa Edaletê bombebarankirine.

Pakîstanê bersiva êrişên Îranê da û Sîstan û Belûcîstan bombebaran kir

Pakîstanê nerazîbûneke tund nîşanî vê êrişa Îranê da.

Piştî du rojan Pakîstanê jî bersiv da û bi moşekan êriş pêk anî.

Wezareta Karê Derve ya Pakîstanê bi daxuyaniyekê ragihand ku li Eyaleta Sîstan û Belucistan yên Îranê li dijî deverên terorîstan êrişeke koordîneyî pêk anîne.

Di daxuyaniyê de hate diyar kirin Pakîstan rêzê li serweriya xaka Îranê digire, armanca vê êrişa wan ewlekarî û berjewendiyên Pakîstanê ye.

Her wiha di daxuyaniyê de tê gotin, di encama vê operasyona ku li ser agahiyên îstixbaratê hatiye kirin de gelek terorîst hatine kuştin.

Ragihandina Îranê: Di êrişê de 3 jin û 4 zarok mirin

Li gorî dezgehên ragihandinê yên Îranê di encama vê êrişa Pakîstanê de gundek hatiye hedef girtin û 3 jin û 4 zarok mirine.

Piştî van êrişan rageşî û aloziya di navbera her du welatan de zêde dibe.

“Şerê Xezayê bi dawî bibe wê êrişên li dijî Îsraîlê jî biqede”

Wezîrê Karê Derve yê Îranê Husên Emîr Ebdullahiyan jî ku beşdarî civîna Davosê bûye axivî.

Ebdullahiyan dibêje, “Şerê li Xezayê wê aloziya li Rojhilata Navîn zêde bike. Bi dawibûna qirkirina li Xezayê wê alozî û çalakiyên li herêmê jî bi dawî bibin. Êrişên Eksena Berxwedanê yên li dijî Îsraîlê jî wê biqede.”

Her wiha Ebdullahiyan destnîşan kir ku ewlehiya Behra Sor jî girêdayî şerê li Xezayê ye û got,

“Ger sûcên li Xezayê bi dawî nebin wê herkes ziyanê bibîne û hemû eniyên berxwedanê bikevin nava tevgerê.”

Back to top button