Ukrayna: Li herêma bendava Kaxovka hilweşiyayî dibe bi mehan av nebe

Li herêma Xerson ya Ukraynayê pirsgirêka avê dijwar dibe.
Rêveberiya Ukrayna dibêje, li herêma bendava Kaxovka ya hilweşiyayî dibe bi mehan av nebe.
Projeyên çareseriya pirsgirêkê ku hatine pêşkêşkirin demekî dirêj dixwazin.

Li herêma Xerson a Ukrayna ku bi ava xwe dihat naskirin, pirsgirêka bêaviyê li ber derî ye.

Piştî hilweşîna bendava Kaxovka ya li ser çemê Dnipro li herêmê rewşa jiyanî zehmet bûye.

Ji çaran sêyê ava ku di bendavê de kom bûyî belav bûye, pirsgirêka avê zêde bûye.

Bi taybet jî di warê peydakirina ava vexwarinê de zehmetî derketiye.

Li Xersonê pirsgirêka avê her ku diçe mezin dibe

Tenê ji sedî 15’ê şêniyên herêmê bi rêya kaniyan dikarin xwe bigihînin ava paqij.

Yên din neçar in ava ku rayedar bi tankeran tînin bikar bînin.

Îstîxbarata Ukraynayê Moskow jî hilweşîna bendavê sûcdar dike û dibêje ev yek ji bo pêşîgirtina li êrişên wan yên dijber were girtin pêk hatiye.

Rûsya jî berovajî vê yekê îdia dike.

Hikumeta Ukrayna ji bo çavkaniyên avê seferber bûye

Piştî ku bendav hilweşiya, hikumeta Ukraynayê ji bo peydakirina çavkaniyên avê seferber bûye.

Pirsgirêka avê metirsiya nexweşiyên li herêmê jî zêde dike.

Hikumetê 68,36 mîlyon dolar fînanse kir da ku av ji başûr re peyda bike.

Di tedbîrên hikumetê de şandina paqijkerên avê ji bo herêmê, wesayîtên veguhestina avê, avakirina navendên taybet û rêbazên din hene.

87 kîlometre boriya avê

Pispor hişyarî didin ku ji ber ku “projeyek dijwar” e, dibe ku bi mehan bidome ku çêkirina xeta nû ya avê ya 87 km dirêjî herêmê were qedandin.

Di heman demê de, şaredarên bajarokên ku ji ber hilweşîna bendavê ziyan dîtine daxwaz ji şêniyan dikin ku avê bi dewamî biparêzin.

Ji ber hilweşîna bendava Karxovka li Xersonê av 5,5 metre bilind bûye

Back to top button