“Çîroka Koçberekî” Ev film di demeke nêz de li Şehbayê tê pêşandan

Komîteya Çand û Hunerê ya Şehbayê li ser fîlmeke sînemayê yê nû yê bi navê “Çîroka Koçberekî” dixebite.

Tê payîn ku filmê “Çîroka Koçberekî” di demeke nêz de li Şehbayê were pêşandan.

Çîroka fîlm ji rastiya biêş a ku bi ser gelê Sûriyê de hatiye, bi taybet gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê, şerê li dijî wan ên di van demên dawîn de, pêk tê.

Nivîskar û derhînerê çîrokê, endamê rêveber ê Komîteya Çand û Hunerê ya Şehbayê Ebdulezîz El-Kosa ye.

El-Kosa diyar kir ku peyam ji vê fîlmî ew e ku jiyana koçberî, penabertî û zilma ku gel dîtiye, nîşan bide.

El-Kosa, bang li kesên penaberî derveyî welat bûne kir da ku li welatê xwe vegerin.

Back to top button