Parlamena Fransî qanûna rûbirûbûna tundrewiyê erê kir

Parlamena Fransayê proje-qanûna bi navê” Xurtkirina Rêgezên Komarê” erê kir. 

Komîteya netewî ya Fransayê li ser proje-qanûna bi navê” Xurtkirina Rêgezên Komarê” ku duh xistibû dengdayînê de, bi erêkirina 348 nûnerî, hat qebûlkirin.

Ev proje ji aliyê serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron hatibû pêşînyarkirin da ku rê li pêşiya kirinên terorîst were girtin.

Bi erêkirina vê qanûna ku berî niha navê xwe “Rûbirûbûna Tundrewiya Îslamî” bû, wê qanûnên giran û mezin li ser çalakiyên komîteyên olî werin sepandin.

Back to top button