Êrîşên rêjîma Îranê yên li dijî kolberan bi dawî nabin û duh li ser sînorê di navbera Îran û Pakistanê de, kolberk din hat kuştin.
Li gorî nûçeya Kolbernews’ê, şeva borî hêzên Îranê, li herêma bajarê Serawan a bi ser parêzgeha Beluçistanê a li başûr- rojhilatê Îranê ve, êrîşî komeke kolberan kir.
Heman çavkaniyê anî ziman ku ji ber êrîşê kolberê bi navê Mihemed Sencer Zihî ku ji xelkê bajarê Serawanî ye, hate kuştin.