Şehîd Canda, Zîlan û Roj bûn lehengên pêşeng ên dîroka Rojava

Şehîd Canda Çiya, Zîlan Amed û Roj Qamişlo 3 jinên têkoşer ji bo naskirina rêya heqîqetê, jiyanîkirina felsefeya Rêber Apo û serxistina hêviyên şehîdan tevlî têkoşîna azadiyê dibin. Yek li herêma Serhedê ya bakûrê welat, 2 jî li başûrê welat digihîjin şehadetê.

Gerîlayên HPG/YJA-Star Canda Çiya (Jiyan Ebdullah), Zîlan Amed (Sozdar Osê) û Roj Qamişlo (Xezal Muhammed) 3 jinên ciwan ên ji Rojavayê Kurdistanê ne.

Her sê têkoşer jî di nava malbatên welatparêz de mezin dibin.

Zîlan Amed (Sozdar Osê) li gundê Girzîro yê Dêrikê çavên xwe li duniyayê vedike.

Sozdar dibistana seretayî li gund, ya navîn li Qamişlo dixwîne.

Bi destpêkirina şoreşa Rojava re li ser felsefeya Rêber Abdullah Ocalan, tevgera azadiyê û jiyana şehîdan lêkolîn dike, fêr dibe û hewl dide pêk bîne.

Sala 2011’an ji bo pêkanîna vê hedefa xwe, bere xwe dide çiyayên Kurdistanê.

Dema tevlî refên HPG/YJA-Star dibe jî navê xwe dike Zîlan Amed.

Di 8 salên têkoşînê de heta asta fermandartiyê xebat meşand û bû mînak.

Di 29’ê Nîsana 2019’an de li devera Garê ya Herêmên Parastina Medya di bombaranek balafirên dagirkeran de şehîd dibe.

Şehîd Jiyan Ebdullah li gundê Beyandur ê Tirbesipiyê tê diniyê.

Dibistana seretayî û navîn li gund dixwîne.

Wekî girêdanbûna bi rêya şehîdan re 2011’an li gel bav û birayê xwe tevlî şoreşê dibe.

Sala 2014’an bi hevala xwe ya zarokatiyê Zîlan re bere xwe dide çiyayên Kurdistanê.

Li pey xwe jî nameyekê dihêle û dibêje “Ez ji bo tevahiya Kurdistanê tevlî têkoşînê bûme û ezê li ser rêya Rêbertî û şehîdan bimeşim”.

Li çiyayên azad navê Canda Çiya li xwe dike.

Bi tevlîbûna xwe ya wêrek, fedakar û kedkar dibe xwedî sekneke mînak.

20’ê Cotmeha 2022’yan li qada Kirê Halacê ya bajarê Gilîdaxê di şerekî bi artêşa dagirker a Tirk de heta dawiyê şer kir û şehîd bû.

Xelaz Mihemed jî, ji gundê Hîmo yê Qamişlo ye.

Dibistana seretayî, navîn û amadeyî li Qamişlo dixwîne.

Li beşa Wêjeya Erebî ya Zanîngeha Latiqiye qeyda xwe çêdike û salekê dixwîne.

Di vê navberê li Rojava coş û heyecana şoreşê her ku diçû bilid dibû.

Bi Newrozê re êdî dest ji zanîngeh û malbatê berdide, bi temamî tevlî xebatan dibe.

Şehîd Rozz li her qadekê lê maye, temsîla xeta jina azad dike.

Wexta ku çeteyên DAIŞ’ê êrîşî Şengalê kirin, derbasî Şengalê dibe û bû yek şervanên ku derbeyên destpêkê li çeteyan xistine.

Di 29’ê Nîsana 2019’an de li herêma Garê di bombaranek balafirên dewleta Tirk a dagirker de şehîd bû.

Back to top button