Asayîş: Endamê me Sewadî El-Serhan şehîd bû

Hêzên Asayîşê bi daxuyaniyekê şehadeta endamê xwe Sewadî El-Serhan eşkere kir.

Asayîşê eşkere kir ku endamê wan Sewadî li Şedadê dema li ser erka xwe bû di encama êrişa DAIŞ’ê ya li dijî hêzên wan de şehîd bû.

Asayîşê diyar kir ku şehîd Sewadî yek ji wan hevalên ku xwedî rihekî bilind ê hevaltiyê bû û gelekî jîr û leheng bû.

Asayîşê sersaxî ji malbata şehîd re xwest û soza şopandina rêya şehîdan da.

Li gorî daxuyaniya Asayîşê nasnameya şehîd wiha ye:

Nav û paşnav: Sewadî El-Serhan
Navê Bav: Meter
Navê Dayikê: Celîle
Cih û Dîroka Şehadetê: Şedadê – 19’ê Tebaxa 2023

Back to top button