Hakan Fîdan wê serdana Hewlêr û Bexdayê bike

Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan dê serdana Bexda û Hewlêrê bike.

Berdevkê Hikûmeta Bşaûrê Kurdistanê Pêşewa Hewramî eşkere kir ku Hakan Fîdan wê serdana Başûr bike.

Derbarê roja serdanê de agahî nehatin belavkirin, lê Hewramî ragihand ku wê Fîdan di vê mehê de serdan bike.

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Iraqê Ehmed Sehaf jî serdana Fîdan a ji bo Hewlêr û Bexdayê piştrast kir.

Li gorî Sehaf serdan wê ji bo guftugokirina pêwendiyên her du welatan û pirsgirêkên navbera wan de bê kirin.

Tê gotin wê Hakan Fîdan li Hewlêrê wê bi Nêçîrvan Barzanî, Mesrûr Barzanî û Qubad Talebanî re bicive.

Back to top button