Artêşa Îsraîlê êrişî Xezayê kir

Di êrişê 13 kes ji wan ​​​​​​​3 fermandarên Tevgera Cîhad Îslamî a Filestînî hatin kuştin.

Di berbanga Îro de, 40 balafirên Israîlê êrişî Xezaya Filestînê kirin.

Artêşa Israîlê bi daxuyaniyekê eşkere kir ku di êrişê de fermandarên Tevgera Cîhad Îslamî a Filestînî hatin kuştin.

Îsraîlê diyar kir ku êriş bi hevkariya saziya Shabak a Îsraîlê re, hat kirin.

Her wiha da zanîn ku wan ji meha Remezanê ve tevgerên berpirsên Cîhad Îslamî dişopînin.

Ji tevgera Cîhad Îslamî soza bersivdayînê

Baskê leşkerî yê Tevgera Cîhad Îslamî ‘Seraya Quds’ jî bi daxuyaniyekê kuştina her sê fermandaran piştrast kir û got ew ê bersiva êrişê bidin.

Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê ragihand ku tevî 4 zarok û 4 jinan, bi giştî 14 filistînî hatine kuştin û 20 jî birîndar bûne.

Wezareta Karên Derve ya Filistînê ragihand ku êrişên li ser Xezayê xeternak in û metirsiyên rûdana şerekî çêdikin.

Wezaretê bang li civata navneteweyî kir ku li hemberî van êrişan bi lez tev-bigere.

Êrişên li dijî Xezayê..Hejmara kuştiyan 30 derbas kir û zêdeyî 200’î birîndar in

Back to top button