Şerê Sûdanê-604 kuştî û 5 hezar birîndar

Tevî ku nûnerên her du aliyên şer li Cedayê danûstandinan dikin, şer li Sûdanê dewam dike.

Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanî ragihand, di şer de heta niha 604 kesan jiyana xwe ji dest daye û bêhtirî 5 hezar kes jî birîndar bûne.

Berdevkê Rêxistina Nav-dewletî ya Penaberiyê Paul Dillon jî, eşkere kir ku ji ber şer 700 hezar kes li hindirê welêt penaber bûne.

700 Hezar di hindirê welêt de penaber bûne

Dillon destnîşan kir ku ev jimar li gorî hefteya borî duqat bûye.

Hefteya borî heman rêxistinê ragihandibû, jimara kesên li hindirê Sûdanê penaber bûne 340 hezar e.

Ji 15 Nîsana borî ve, di navbera Artêşa Sûdanî û Hêzên Piştevaniya Lezgîn de, şer li Sûdanê dewam dike.

Aliyên şer li bajarê Cedayê dicivin

Back to top button